Gotar

Gotar

Lobiyeke çawa pêwîst e

Hussein Omar
  • 42 Dîtin view

Husên Omer

Ragihandin, xwepêşandan û hewar û gazî êdî tu bandora wan li ser biryarên serok û rêveberên cîhanî tune ye. Ragihandin dikare bandorê li şopdarên xwe bike.

  Gerek werê zanîn ku piraniya serok û rêveber, parlementer û dîplomatên cîhanê, haya wan ji ragihandina televizyonan û rupelên rojnameyan tune ye û ne jî di netê de li tiştekî digerin.

Serê sibehê kaxizek tê ser maseya wan, an jî peyamek tê emailên wan û tê de behsa kurtahiya nûçeyên ku ji wan re girîng in tê kirin. Tiştên ku li Sûriye, Kurdistanê û Iraqê dibe ne di nava nûçeyên ji bo wan girîng de negirngî buyeran li ba wan grêdayî bercewendiyên wan yê ramyarî, aborî û civakî ne.

Bizanibe eger tu milyonek rapor derbarê binpêkirinan de bi riya ragihandinê belav bikî, kesek ji bilî piştgir û alîgirên te wan nabîne û ew agahiyên te bala kesekî din nakişînin.

Lewre divê aliyê ku bixwaze dengê xwe bigihîne wan rayedar û rêveberên cîhanî divê ku peymana xwe bi Nivîsgehên Têkiliyên Giştî re çêbike da ku raporên wan bigihin aliyên cîhanî ên peywendîdar.

Ne wiha be raporên Tirkiye, Qeter û tundîparêzên Îtîlafê ji wan re dişînin, ew dê li ber çavên wan bin û dê wan raporan wekî bingeh û esas bigirin û biryarên xwe li gorî wan agahiyan bidin, wekî çawa ku niha dibe.

  Rojava û rêveberiya xweser di vê çerxê de bi astengî û pirsgirêkên mezin re rû bi rû ye. Ji her alî ve şerê wê tê kirin ku ev azmûn û tecrubeya heyî bi ser nekeve.

Weko tê şopandin rêveberiya Rojava ne çalake di hêla avakirna têkiliyên mayin de bi rayedarên cihanî re ev yek zelal le ger mirov vegerê dan û standinên wan bi berprsyarên welatên weko FRANSA û SIWED re heya niha Fransa  biştgirya çeteyên girêday bi Turka ve dikê, alîkariya saziyên ko binpêkirnên li dijî mirovahiyê  li EFRîN û SERÊKANIYÊ, her weha SIWED û EMRîKA jî bi wanre alîkarin .sedem ewe ko ew zaziyên bi navê mafê mirovan kar dikin û ji hêla TURKIYÊ û QATAR ve tên bi rêvebirin û yekitiya Eurpa Emerîka wan fînanse dikin ji her rayedarekê yên hedo hêzan re raportê heftane , mihane dişînin her wezîfedarekî di wezareta derve û yên têkildarên pirsgrêkên Rojhilata navîn re dişînin lewma bi derew û dijminwariya YPJ û YPG û HSDê wan tuj dikin , mixabin berya çend rojan , dostek min bi rayedarek Emrîkî re ketibo têkiliyê û jê re behsa bin pêkirinên Turkan li herêmên dagirkerî kirbo , bersfa raydar jê re evbu: ma tu rastî dibêjê , turk hewqasî li dijî mafên gelê herêmê bin pêkirnan dikin, em tersê ko tu dibêjê dibhîzin.

Ev tê wateya ko hevdîtineka heyetekê bi serok an jî dîplomatên welatekî re nayê wê wateyê ku ew welat dê piştgirî û alîkariyê bide we, her wiha piştgirî û hevkariya welatan bi rêya çend dostên di nava rêveberiyekê de jî naçe serî.bê ko her tişt bê raporkirin û werê şanid ji her rayedarekî ko bi pirsgrêkên herêmê re mijul dibê wê bê encam bimînê.

Heke aliyek bixwaze ku sûdê ji wan têkiliyan bigire divê têkiliyên xwe bi lobîyên wan welatan ên ku ji vê têkiliyê sûdê bigirin were kirin. Dema ku di vê têkiliyê de sûdê wan lobiyan hebe dê zextê li hikûmetên xwe bikin da ku tiştên hevalbendên wan dixwazin pêk were. Bê guman ew dê ji bo bercewendiyên xwe vê yekê bikin.

Heke ne wiha be ev têklî dê heta cihê piştgiriyeke hestiyarî bi we re bike lê nagihê wê astê ku biryaran li gorî armanc û bercewendiya we pêk bînin.

Bi gotineke din ji bo ku armanca te pêk were divê bercewendiya wê lobyayê li ber çavan were girtin, ew tucarî dê alîkarî û piştgiriya te nekin û zextê li hikûmeta xwe neke heke ew armanca te ne li gorî bercewendiyên wan be jî û ew jî sûdekê jê negirin.

Aliyekî din a giring di van têkliyan de ew e ku bercewendiyên gelêrî di ser yên partîtî re werin girti.Ev li ser astengî û zehmetiyên derve de, lê bi qasî wan astengî û zehmetiyên hundirîn jî hene. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan jî divê li her bajarekî heyeteke ji çend kesan pêk were ku gel bikaribe gilî û gazinên xwe bigihînin wan û mehê carekê ew heyet tev li hev bicivin û pirsgirêkan gel tevan ji rêveberiyê re pêşkêş bikin, da ku rêveberî bikaribe baş wan pirsgirêkan tesbît bike û çareser bike.